كرمانجا هركه دور ماند از اصل خويش…
07/10/2009
از منظرعلوم مردمشناسی، فرهنگ، زبان و آدابورسوم اقوام شناسنامه آنهاست واین فاکتورهاست که باعث ماندگاری اقوامی باهویت خواص خود در طول تاریخ شده است که این مهم هم میسر نشده مگر با اهتمام آن اقوام به حفظ این فاکتورها و عجین شدن آن با زندگی آن مردم. اما در عصر حاضر به دلایل سیاسی حکومتهای حاکم والبته حرکت جامعه به سوی مدرنیته، هویت و شناسنامه اقوامی که سابقه ای به طول تاریخ دارند رو به زوال و فراموشی پیش می رود. با واکاوی این موضوع در بین اقوام ملتهای مختلف میتوانیم با نمونههایی از این دست آشنا شویم.
با این مقدمه در ادامه به بحث در مورد مردم خودمان-کوردهایکورمانج خراسان- میپردازیم که خود در طول تاریخ علیرغم رویدادهای سخت بنایان کن توانستند تا به امروز هویت خود را حفظ کنند و با وجود اینکه از سرزمین مادری خود-کوردستان بزرگ- دور ماندند نه تنها هویت فرهنگی و قومیشان رو به زوال نرفت بلکه بزرگانی را در عرصه های مختلف ازمیان آنها برخواست، بزرگان والا مقامی چون جعفرقلی زنگنه، استاد کلیم الله توحدی و دیگران که در راستای ماندگاری هویت فرهنگی و قومی کوردهای خراسان قلم فرسایی نمودند.
اما امروز
اما امروز با وجود اینکه این میراث غنی به نسل تحصیل کرده والبته پرادعا رسیده آنچنانکه بایدوشاید درحفظ و حراست از این گنجینه گرانبها رفتار نشده است. البته تلاشهایی که در این زمینه از جانب بعضی از هویت طلبان فرهنگ دوست صورت گرفته را نادیده نمیگیریم که البته در مقایسه با این فرهنگ و هویت عظیم چندان به چشم نمیآید و دارای ماندگاری مقطعی وکوتاهمدت است.
شاید تصورشود این امر ناشی از، ازخود بیگانگی فرهنگی باشد و این رویه به وجود آمده ناشی از سیاست یکسان سازی فرهنگی از سوی حکومت مرکزی باشد اما این جبرسیاسی دلیل آن نمیشود که روشنفکران کوردخراسان حالت انفعالی به خود بگیرند و برای مقابله با چنین عوامل تخریبی دست از تلاش و ممارست بردارند. شاهد این موفقیت دست یافتنی را میتوان در میان دیگر اقوام مناطق کشور ملاحظه کرد که نه تنها هویت خود را حفظ نمودهاند بلکه سیاست یکسان سازی فرهنگی و هویتی حکومت را به سیاست تعامل تغییر دادهاند. به عنوان مثال چگونه است که رادیو تلویزیونهای محلی اقوام کورد و تورک به زبان آنان برنامه پخش میکند؟ یا با تحصیل به زبان مادری در دانشگاههای سنندج و تبریز موافق میشود؟
آری این همان سیاست تعامل است که انتظام یافته هویت طلبی کوردها و تورکهاي آن مناطق است.
درپایان نتیجهگیری را به عهده خوانندگان قرار میدهم چون با این گفتار اجمالی نمیتوان به تمام موضوعات اشراف یافت و به یک نتیجه عملگرا دست یافت.
اما شاید تلنگری زده باشم برای هماندیشی بیشترصاحبان نظران کوردهای کورمانج خراسان و البته نسل جوان آن.
Entry Filed under: تاریخ کورمانج و کورد. برچسبها: kormanj, kurd, kurdish, kurmanj, کورمانج, کورد, کوردهای خراسان, کوردستان, کرمانج, کرد.
4 Comments Add your own
Leave a Comment
Some HTML allowed:
<a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <pre> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>
Trackback this post | Subscribe to the comments via RSS Feed




1. خسروی | 08/10/2009 at 12:27
ممنون که سرزدید مطلبتان گیراوبه حق است منهم ازطرف مادری کرد هستم وبه زبان کردی شعرمی گویم درآینده انشا… دروبم خواهم گذاشت بازهم سریزن
2. shams | 11/10/2009 at 23:01
سلام…ممنون بابت دستور زبان کردی..خیلی وقت بود دنبالش بودم!بژی کردستان!بژی آزادی..دوست داشتم باهاتون بیشتر آشنا شم..
3. جولی | 13/10/2009 at 12:27
سلام بر همه کوردها
4. علی قلیچ زاده | 31/10/2009 at 19:17
Ceferqulî Zengene Helbestvanê Kurdistana Xerîb
Nivîsên berê yên
Mecîd Cinîkanlû28 Oct 2009
Heke em binihêrne dîroka neteweya Kurd, em dibînin ku hertim di dirêjahiya dîrokê de serbarê parvekirina welatê me Kurdistanê û herwisa êrîşa hovane a desthilatdarên zal bi ser Kurdistanê de bona tepeseriya hawara azadîxwaziya vê netewê, desthilatdaran ji bombeya kîmyayî û komkujî û jînosaydê mifah wergirtine û ev tepeseriya hovane tenê taybet bi vî serdemî nine.
Heke di rabihurî de çekên kîmyayî tune bûn, dujminên me ji rêyên din ve dixwastin neteweya Kurd ji nav bibin ku mînaka berçav ya vê dûrxistina bi kom a sedan malbatên Kurd di serdemê desthilatdariya Sefewiyan, Efşariyan û Qacariyan bo Xurasanê ye ku xwastine bi vî awayî nasnameya neteweyî a Kurdan bimirînin û ji nav bibin. Niha piştî derbasbûna pitir ji 500 salan bi ser yekemîn koçberkirina wan bo Xurasanê, em dibînin nifûsa Kurdan di vê herêmê de gihîştiye 2 milyon kesî ku ne tenê nasnameya xwe a netewî ji bîr nekirine, belkû bi avakirina rojname, belavok û sazî û girûpên stiran, muzîk û folklora Kurdî bi dil û can ji nasnameya xwe berevanî kirine û heta peyivînên wan jî bi zimanê Kurdî ê 500 salan berî niha ye ku bê şik û guman ji bîrkirina zaf ji peyvên Kurdî û têketina peyvên biyanî di nava zimanê me de encama heman siyaseta asîmîlasiyonê ji aliyê Fars, Turk û Ereban ve ye, lê bi vî halî jî gelekî ciyê şanaziyê ye ku Kurdên Xurasanê karîne van peyvên şîrîn û bedew ên Kurdî ji siyaseta asîmîlasiyonê biparêzên.
Bê şik û guman heke em îro rojê gewahyarê avakirina dameziravên weke Kirmanc û girûpên sitran û muzîkên weke Koma Baran û rojnameyeke bi navê Kirmanc di Xurasanê de ne, lê şik û guman di vê yekê de nîne ku di vê rêyê û di dirêjiya van 5 sedsalan de, gelek kesan zor û zehmetî dîtine û heta di rêya îsbatkirina nasnameya Kurdbûna xwe û parastina ziman û çanda xwe de canê xwe gorî kirine, lê navê van hatiye ji bîrkirin. Di vê navberê de û di nava van Yusufên dûrketî ji Kenanê, zana û helbestvanên navdar hebûne ku nevê Ceferquliyê Zengene mîna stêrkeke ronahî nava gişt van zana û helbestvanan bi şewqa xwe dixemilîne û diçilvilîne .
Ceferqulî ku renge heya îro rojê jî kêm kesî navê wî anî be lê bi cehd û tekoşîna kesên xebatkar û mandînenas weke Kelîmulahê Tewehudî ji vê bênaviyê derketiye û bûye sembol û berjenga helbestvan û hozanvanên di nava Kurdên Bakûra Xurasanê de. Lê pirs eva ye ku erê gelo Ceferqulî kî ye û çima heya niha di nava piraniya Kurdan de weke serbazeke bê nav û nîşan ma ye? A rastî eva ye ku siyaseta îstimargeriya desthilatdarên zal bi ser Kurdistanê de û her wisa dûr mana Kurdên Xurasanê ji hevtuxmên xwe ên din, bixwe bûye sebebê bê naviya vî arifê mezin. Ceferqulî Zengene bi jiyê dirêj û bikêr yê xwe çavkaniyeke mezin ji muzîk û tore û îrfanê ji neteweya Kurd, bi taybetî ji Kurdên Xurasanê re bi dîharî hêlaye, ku heya niha bi egera jevbelavî û windabûna helbestên wî, bi awayeke nivîşkan û bê ser û ber hinek ji helbestên wî, yanî dilopek ji behra helbestên wî dest me ketine.
Helbestên Ceferqulî zaf bûne, lê çimkû wî bi xwe helbestên xwe nedinivîsandin, belkî kesên din ew helbest ji wî guhdarî dikirin û jê re dinivîsandin, lewra piraniya helbestên wî yan ji nav çûne, yan jî hêja di welatên din de bi awayekî bê ser û ber hinek beşên vê mabin. Niha tenê dîwaneke îrfanî ji Ceferquliyê Zengene bi cî maye, ku ew jî bi cehd û tekoşîna zana û nivîskarê Kurd, Kelîmulayê Tewehudî hatiye komkirin û ji navçûnê rizgar bûye. Ceferqulî serdana piraniya welatên Asyayî û Afrîqayî kiriye û bi komkirina zanyarî û tecrûbeyan bi geryana xwe û bi tiştên ku bi çavê xwe dîtine, gulistanek ji xwe bi cî hêlaye. Ew çûye welatên Hindistan, Efxanistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Turkemenistan, Azerbaycan, Qefqaziya, Osmanî, Îraq, Erebistan, Sûriye û Misrê û li wir gelek helbest gotine ku heya niha weke pirtûk negihêştine destê tu kesî û heya gelek ji van helbestan jî ji nav çûne. Ceferqulî nasyariyeke tewaw bi zimanê van welatan re hebû û bi wan zimanan helbest jî gotine ku eva bi xwe bûye sebeb da ku ew di vî karî de çêtir helbestan bibêje û gelek şareza be. Şêweyên gotina helbestên wî bi egera taybetmendiyên zimanê Kurdî tevî helbestên helbestvanên din ferq û cudahî heye.Her wiha xezeliyatên wî tevî xezeliytên helbestvanên din di warê kêş ve ferq û cudahî heye û şêweyên taybet bi xwe hene .
Ceferqulî tenê helbestvan, muzîkvan yan jî arifek nine, belkî ew mamostayê exlaq jî bûye ku bi kiryar û riftarên xwe ên baş, fikirîna baş û bi jiyana baş, cangorîtî fêrî dersxwanên xwe kiriye û xwe ji karên kirêt ên cîhanê dûr xistiye û rû dikire karên menewî.
Ceferqulî fîlozofek bûye, çimkû di tevaya temenê xwe de li pey zanist û tecrûbeyan bûye û ji niqteyekê çûye niqteyeke din û ji welatekê çûye welateke din û bona bidestveanîna zanyariyên zaftir dest bi lêgerîn, taqîkirin û geryanê kiriye. Ew bi tevaya wateya peyvê zana ye. Çimkû mirov kesekî weke wî nabîne ku ji hemû kes û karên xwe dest hilgirtibe û bona gihîştin bi meremên xwe temenek di çol û çiya û di xerîbiyê de derbas kiribe.
Heke Mewlewî daxwazkarê Şemsê Tebrîzî bû, Ceferqulî li pey dermanê derdê xwe, li pey evîna dilê xwe yan li pey “Melwarî” bû. Ceferqulî helbestvan, hozanvan, gerîde, mamostayê exlaq, arif, şirovekar – Dîroknas û muzîkvanekî şareza ye. Piraniya helbestên Ceferqulî awayê dîmenî hene û mirov dibne nava kûrahiya fikr û xeyala mijara helbestên xwe de. Helbestên wî gelek dewlemend û watedar in, yanî gişt taybetmendiyên helbestên têr û tejî û pir naverok di helbestên wî de hene.
Ceferqulî mirovekî gelek cesûr û gernas bûye û heta di helbestên xwe de tenê daxwazek ku ji Xwedê kiriye eva ye ku Xwedê wî bikete xwediyê îlm û zanisteke xurt. Wî qet daxwaza malê dunyayê ji Xwedê nekiriye û piştî mirina wî tenê torbe û tenbûrek ji wî bi cî ma. Wî qet li hemberî tu kesî de serê xwe neçewandiye. Wî tenê bîr ji zanînê û hunerê dikir û rêz jê digirt. Serbarê vana Ceferqulî bi çar zimanê Kurdî, Farsî, Turkî û Erebî helbest gotine ku di Îranê de tenê Ceferqulî ye ku bi çar zimanan helbest stirîne. Helbet stirîna helbestan bi çar zimanên naskirî ên Rojhilata Navîn hunera helbestvanê Kurd weke Ehmedê Xanî û Melayê cezîrî ye. Erê gelo ev Ceferqulî kî ye û çima koçberî çol û çiya û sererdên bîhanî bûye?
Ceferqulî Zengêlanlû ji îleke Kurd bi navê Zengene û li malbateke sade a gundî li geliyê Emaret li bakûra rojhilata Qûçanê di parêzgeha Xurasanê li gundê Gûganê di sala 1320’an a Heyvî de di serdemê Fethelî Şahê Qacar de hate dinê. Navê bavê wî Mela Reza Qulî bûye. Ceferqulî di zarokîniya xwe, bavê xwe ji dest dide û apê wî Hecî Elîesxer bi diya wî a bêvejin re dizewice û serperestî û perwerdehiya Ceferqulî digire stûyê xwe. Elîesxer di 7 saliyê de Ceferqulî şande xwendingehê da ku li cem Melayê gund mela Berat, dersa Quranê hîn bibe. Lê Ceferqulî gelek hez li çûna xwendingehê nedikir, lewra naçe xwendingehê.
Ceferqulî bedela çûn bo xwendingehê, ji kela Gûganê derdikeve û her roj diçe nava şeqara çiyayê bakûr a gundê Gûganê û li dema nîvro de ku deriyê xwendigehê dihate daxistin, ew jî vedigeriya mal û bi vî awayî ew qet neçû xwendingehê. Ceferqulî xwe ji xelkê û hevtemenên xwe dûr dixist û diçû nava çiyayên derdora gund û li wir difikirî heya ku bû 15 salî. Di wî çaxî de bi qewlê xelkê Gûganê her çi hate serê wî, di geliyê naskirî bi Nalî Çûkan, de hate serê wî ku ew gelî dikeve navbera gundê Emarat û Behmenganê. Ceferqulî di wî geliyê de ye ku di nûciwaniyê de dibe evîndarê rûyê xweşik û bedew yê Melwarî, Melwarî di Farsî de tê wateya Mirwarîd, ku navê keçên Kurmancan e. Evîna Ceferqulî nexuya bû û kesê nedikarî wê bibîne, tenê çavên Ceferqulî dikarîn Melwarî bibînin. Wê evîna xeyalî, nerastî a Melwarî, Ceferqulî weke Mecnûn li heyrana dîtina Leylayê de koçberî çol û çiya kir û ew di kûreya şewitîner a eşqê de sor sor kir û ji wî arif, helbestvan, muzîkvaneke tewaw û gerîdeyeke têgihîştî û hafiz û şirovekerê Quranê çêkir, helbestên bi cî mayî ji wî, vê yekê ji me re bi tevahî îsbat dike.
Ceferqulî piştî vê ku dibe evîndarê Melwarî, bi egera vê ku serdana sererdên cur bi cur û tayfe û tuxmên cur bi cur ên Asiya û Afrîqayê kiribû û nêzîkatî bi wan re hebû, lewra bi çand û zimanê xelkê wan herêman, yanî Kurd, Fars, Turk û Ereban re nasyar bû û bi van çar zimanên fermî ên herêmê dest bi stirîna helbestan û çêkirina miqam û dengê muzîkê kir. Di rastî de eger Ceferqulî jî weke Nasir Xusro, Ewliya Çelebî û … sefernameyek ji xwe bi cî hêlaba, bê şik û guman heke ji wan dewlementir û pirnaveroktir nebaya, kêmtir jî nedibû. Ceferqulî yek ji wan kesana ye ku ciyê rûmet û şanaziyê ye bo netewa Kurd û nabixeyekî neteweyî ye ku hetanî niha ew cura ku hewce ye nehatiye naskirin û li ser şûn û warên bi cî mayî ji wî, kareke wisa nehatiye kirin. Ku sebebên bingehîn ên nenaskirî mana wî evne ne:
1. Komnekirina helbestên wî û çapnekirina wan.
2. Ceferqulî Kurd bûye, lewra çi yek ji hikûmetên Pehlewî û Melayan ku dijî netewa Kurd bûne, qet giringiyeke wisa nedane bi nivîskar, helbestvan û … ên Kurd, belkî her tim xwastine ku şûn û warên netewî ên neteweya Kurd ji nav bibin.
3. Dûrmana Kurdên Xurasanê ji Kurdistanê bi xwe egereke bo bênaviya Ceferqulî.
4. Fêmnekirina zana, helbestvan û nivîskarên Fars ji zanyarî û çanda Ceferqulî bi egera çend cureyiya zimanê wî (Kurdî, Farsî, Turkî û Erebî). Ceferqulî Zengene navên din jî weke Cefer, Ceferquliyê Bêçare, Ceferquliyê Endelîb, Ceferquliyê Muxtar, Ceferquliyê Zengî û Ceferquliyê Kurd hebûne.
Ceferqulî ne tenê qet negihîşte evîna xwe, belkî tevaya helbestên wî, ji bilî yên ku xelkê ew parastin yan jî nivîsandin, ên din bi giştî an ji nav çûn, yan jî di memleketên din de weke helbestên bê nav û nîşan man.
Ceferqulî tenê di nava Kurdan de nayê hebandin, belkî di nava Turk û Farsên Xurasanê de jî tê hebandin û her yek ji van neteweyan, hinek helbest ji Ceferqulî bi zimanê xwe hene û di piraniya rê û resmên xwe de, Ceferqulî weke zanayekî bi bîr tînin û malên xwe bi helbestên wî dixemilînin. Lê Ceferqulî li cem Kurdên Kurmanc ên Xurasanê ciyekî bilind û hêja heye, çimkû Ceferqulî serbarê vê yekê ku helbestvan û ciyê şanaziyê ji bo xelkê wê herêmê bûye, ziman û toreya Kurdên wê herêmê jî parastiye. Ceferqulî helbestvanê destanrêsvan ê Xurasanê aqibet li derdora sala 1315’an ya Heyvî de koça dawiyê kir, her çend ku tu kesî mirina wî nedîtiye, lê li gorî lêkolînên nivîskar û zanayê Kurd ê Bakûra Xurasanê, Kelîmulah Tewehudî, renge Ceferqulî di derdora sala 1315’an de koça dawiyê kiribe û wî çaxî 95 sal temenê wî bûye. Bi mirina Ceferqulî, Kurdên Xurasanê yek ji kesayetiyên mezin û bênimûne yê xwe ji dest dan. Lê îro rojê Kurdên akinciyê Xurasanê weke mirovên têniyê avê li du helbestên Ceferqulî ne û her salê bi rêvebirina rê û resmekê di Gûganê de wî helbestvan û zanayê mezin ê Kurd bi bîr tînin.
Di rê û resmekê de ku li sala 1384’an a Rojî (2005), di Gûganê de bona rêz û hurmetgirtina ji yad û bîranîna Ceferqulî bi cehd û tekoşîna mamosta û nivîskarê Kurd Kelîmulayê Tewehudî pêk hatibû, nêzîk 6000 xwendekarên Kurd ên bakûra Xurasanê tê de beşdarî kirin ku beşdariya wan bi xwe nîşaneya vê yekê ye ku Ceferqulî ji aliyê xelkê wê herêmê ve pir tê hezkirin. Ceferqulî helbestvanekî netewî ê neteweya Kurd e. Îro erkê li ser milên me ye ku ji bilî Kurdên neteweparêz ên Xurasanê, em jî tewayî cehd û tekoşîna xwe bi kar bînin, bona nasandina vî helbestvanê netewî bi Kurdên seranserî Kurdistanê da ku bi vî awayî serbarê xizmeta bi tore û huner û dîroka Kurdistan, me rêz û hurmet ji riha vî navdarê Kurd girtibe.
Çend parçe ji helbestên Ceferqulî Xan
1:
Wesfê yarê biwêjim, ez li dur û zemanê
Tarîfê wê ez bêkem, mîna gulê cenanê
Newe qelem mumkin, tersîmê gulcîhanê
Newe zimîn tê gotin, wesfê şîrîn zimanê
Bê hemta, bê manendê, li xelkê Kurdistanê
2:
Yar were ser xakê min, mezarê min bilivîn
Wê bejn û balê reina we nekîran binimîn
Je serê wan biwe hûş, je wan bistîn eql û dîn
Vê navê emalê min ji wan hilgir, bidirîn
Hînga dade destê min, je bin xakê bikişîn
Ta biwînim qudretê xudawend le rûy zemîn
Je husn û cemalê te, xeber biwêne asimîn
Le ser serê min bise, mest û mestane, dilwer
Nivîsên berê yên Mecîd Cinîkanlû